Break newsNûçeslide

Hevpeymana Navdewletî balafirên xwe şandin bajarê Hesekê da ku hêzên xwe ji êrîşên balafirên Rêjîma Sûrî biparêze

Yekîtî Media 20/8/2016

Berdevkê wezareta berevaniya emerîka Cêf dîvîz di kongireke rojnemavanî de ragihand  ku hevpeymana navdewletî balafirên xwe şand bi aliyê bajarê hesekê da ku hêzên xwe yên opêrasiyonên taybet ji êrîşên balafirên rêjîma sûrî biparêzin.

Dîvîz diyar kir ku dema balafirên hevpeymana navdewletî gihiştin wê deverê balafirên rêjîmê ji hesekê derketin.

Her wiha berpirsek leşkerî yê emerîka ragihand ku eger careke din balafirên rêjîma sûrî êrîşî  deverên  nêzî hêzên wan yên taybet li hesekê bikin ewê wan balafiran bixînin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button