NûçeslideUncategorized

Hesen Salih : kiryarên PYD li dijî gelê Kurd şermin

Yekiti Media

Endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya Hesen Salih kiryarên partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD bi şermê wesif da.

Salih li ser malpera civakî Fêsbûk nivîsand ku birîndarkirina ciwanê kurd Yûsif Hesen Mûsa li gundê Dikûkê li gundarê Dirbêsiyê li ser destê Esayişên PYD dema ku hewildida ku ji ber wan bireve kareke şerme.

Di heman nivîsê de Endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî Kurdistanî got “gelo PYD ji xwe di pirse ji ber çi ciwanên Kurd ji ber leşkeriya wê di revin?”.

Hesen Salih di dawiya nivîsa xwe de ragihand ku gelê Kurd li Sûriyê ji bilî zor û zehmetiyê û koçberiyê li ser destê partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD ne dîtiye.

Tê zanîn ku Esayişên PYD berî çend rojan êrîşî gundê Dikûkê li gundarê Dirbêsiyê kirin û ciwanekî kurd bi mebesta girtina ciwanan jib o leşkeriya neçar birîndar kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button