Break newsNûçeslide

ENKS : PYD xelkên sivîl ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne

Yekîtî Media 3/9/2016

Di encama gulebarana cendirmeyên tirk Ciwanek kurd ji xelkên bajarê kobanê jiyana xwe ji dest da û 5 kesên din jî birîndar ketin.

Ev bûyer tê piştî mangiritina xelkên  kobanê li ser sînorê tirkiyê ji bo rê girtinê  li ber avakirina  dîwar  di navbera herdû aliyan de.

Ji aliyê xwe ve encumena niştimanî ya kurd li sûriyê di daxuyaniyekê de gulebarana cendirmeyên tirk ji xelekên sivîl re şermezar kir.

ENKS di daxuyaniya xwe de  diyar kir ku partiya yekîtiya dîmoqrat PYD xelkên sivîl ji bo bercewndiyên xwe bi kar tîne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button