Break newsNûçeslide
ENKS : divê PYD ji siyasetên xwe vegere û dev ji zarê geflêxwarinê û desthilatê berde
Yekîtî Media 21/5/2017
Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriya ENKSê daxuyaniyek derbarî binçavkirina serkirdeyê ENKSê Beşar Emîn belavkir.
ENKSê daxuyakirin ku ev kiryarên PYD yên terorane di mafê serkirde û endamên ENKSê de nayê pejirandin , û ew projeyê netewî yê kurdî armanc dikin, herweha nîşana têkçûna wî di warê siyasî û rêvberî de dide xuyakirin.
Di dawiya daxuyaniyê de ENKSê doz li PYD kir ku ji siyasetên xwe vegere û dev ji zarê geflêxwarinê û desthilatê berde, û hemû girtiyên ENKSê serbest berde, herweha ev kiryar bi tundî şermezarkirin.