NûçeRaportslideUncategorized

Elktrîk li ser piraniya bajarên Kurdistana Sûriyê hatiye birîn

Yekiti Media

Li ser dumahiya Sê rojan Elktrîk ne gihştiya piraniya bajar û gund û bajarokên Kurdistana Sûriyê.

Bajarên Hesekê Tiltemir Amûdê Dirbêsiyê û tevaya bajarok û gundên bi ser wan ve elktrîk negihştiyê wan ji ber birîna wê ji jêdera wê ya serke ve.

Karmendekî ji dezgeha Elktrîkî li bajarê Hesekê ji Yekîtî Mîdiya re ragihand ku ev Sê rojin elktrîk li barêzgehê tine ye ji bilî ya ku navenda Siwêdiyê tê, û ew têra pêdiviyên parêzgehê nake û ew tê dan ji saziyên avê û aş û nangehan re bi tenê.

Heman karminî ragihand ku jêdera sereke ji elktrîka parêzgeha Hesekê ji bendava Tişrîne û ew li rastî piresgirêkekê hatiye û ji ber rewşa geş û hewaye te vê gavê ne hatiye çareser kirin.

Tê zanîn ku ev birîna elktrîkê hatiyê di dema ku parêzgeha Hesekê li rastî bahozeke Berfê hatiye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button