Break newsNûçeslide

Di roja 21ê de ji êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê şer û pevçûn berdewam in

Yekîtî Media
Êrîşa Tirkiyê li ser hemû deverên Efrînê ji bo roja 21ê berdewam e ligel girûpên artêşa Azad yên girêdayî rikberiya Sûrî, şer û pevçûn li gelek deveran di navbera Tirkiyê û şervanên YPGê de derket.
Di şer û pevçûnên li navçeya Cindirêsê ya Efrînê de, 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûn.
Artêşa Tirkiyê ragihand, piştî şer û pevçûnên giran li navçeya Cindirêsê3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û 5 leşkerên din jî birîndar bûn.
îro jî YPGê ragihand, şervanên wê helîkoptereke artêşa Tirkiyê li gundê Qude yê ser bi navçeya Raco ve xistin xwarê. Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan jî da zanîn ku ji encama ketina helîkopterê 2 leşkerên Tirkiyê canê xwe jidest dabûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button