Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Di navbera parlamenterên HDP ê û AKP ê de alozî derket
Yekîtî Media 2/5/2016
Li Parlamentoya Tirkiyê careke din, derbarê rakirina parêzbendiyê de şerê Parlamenterên HDP ê û AKPê derket.
Komîsyona Destûrê ya Parlamentoya Tirkiyê, îro bi armanca rakirina parêzbendiya hin parlamenteran, careke din civiya.
Wezîrê Dadê Bekîr Bozdax, di axaftina xwe de bal kişand ser şerê heftiya borî ya komîsyonê û rexne li parlamenterên HDP ê kir.
Parlamenterê HDP ê Garo Paylan jî pê re got, “tu direw dikî” û careke din şerê devan cihê xwe ji pevçûnê re hişt.
Ser dirêjbûna aloziyê, Serokê Komîsyonê Mistefa Şentop civîn bi dawî anî û heta demjimêr 18:30’ê navber da.
Heftiya borî jî di heman mijarê de şer derketibû û bo gotûbêjan navberek dirêj hatibû dayîn.