Break newsNûçeslide

Girtiyên zindana Hemayê zindanê kontrol dikin

Yekîtî Media 2/5/2016

Girtiyên zîndana Navendî ya bajarê Hemaya Sûriyê, zîndanê ji destê efserên wê kontrol kirin.

Artêşa Sûriyê xwast ku 5 girtiyên siyasî ji zînadana Navendî ya Hemayê veguhêze zîndana Sêdnayayê, girtiyên zîndanê jî ev yek red kirin û hejmarek ji pasvan û efserên zîndanê wek dîl girtin.

Ji duh ve, girtiyan zîndan kontrol kirine,  herwiha girtiyê ku di odeyên bitenê de bûn jî rizgar kirin û vegerandin odeyên din.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, ku artêşa Sûriyê  zîndana Navendî ya Hemayê dorpêç kiriye, bombeyên gaza rondikrêj  davêje zîndanê.

Havîna borî, dîsa girtiyên zîndana Navendî ya Hemayê ji ber danûstandina hovane ya artêşa Sûriyê bi girtiyan re, girtiyan girêftek kirin, ku piştre rêjîma Sûriyê rêveberê zîndanê û hin endamên komîteya ewlehiyê guhartin.

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button