Break newsNûçeslide

Serokê ENKS Ibrahîm Biro: Fransiyan tekezî li berdewamiya ENKSê di Cinêvê de kirin

Yekîtî Media 2/5/2016

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ligel Parlementoya Fransayê civiyabû. Serokê ENKSê jî dibêje ku parlementeran daxwaz ji ENKSê kir ku di danûstandinên Cinêvê de berdewam be.

Serokê ENKSê Ibrahîm Biro derbarê serdana Parlementoya Fransayê di hevpeyvînekê de li gel kenala K24 ragihand ku, ew ji aliyê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlementoya Fransî hatibûn vexwandin. Şanda ENKSê jî nêrîna ENKSê derbarê rewşa Kurdî ji 50 salî de û rewşa Rojavayê Kurdistanê di dema şoreşa Sûriyê de ji parlementeran re xuyan kir.

Biro diyar kir ku di hevdîtinê de, ENKSê behsa pabendnebûna rêjîma Sûriyê bi biryarên navdewletî di danûstandinên Cinêvê de kir, herwiha nehevgirêdana opozîsyonê di nava xwe de jî.

Biro amaje kir jî, parlementeran derbarê derbasbûna Pêşmergeyên Rojava bo Rojavayê Kurdistanê egera encamdana şerekî nevxweyî li Sûriyê, pirs kirin.

Biro got jî, Parlementerên Fransî tekezî li ser beşdarbûna ENKSê di nava opozîsyona Sûriyê de di danûstandinên Cinêvê de kir, ji ber ku biryarên navdewletî dê bêne standin û yê niha di danûstandinan de hevpar be, dê rola wî di pêşeroja Sûriyê de hebe.

Herwiha Biro eşkere kir jî, ku Wezareta Bergîriyê ya Fransayê jî xwestiye ku hevdîtinekê ligel ENKSê di rojên pêş de bike.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button