Break newsNûçeslide

Di encama topbarana artêşa Tirkiyê ji gundewarê Efrînê re qurbanî hene

Yekîtî Media 4/7/2017

Artêşa Tirkiyê gundên Efrînê û devera Şehba topbaran kir. Hat ragehandin, di êrîşan de 3 kesan canê xwe jidest dan û 7 kesên sivîl birîndar bûne.

Artêşa Tirk û grûpên çekdarên opozîsyonê yên Tirkiyê piştevaniya wan dike, şeva bihurî careke din gundên navçeya Şêrewa û navçeya Şera topbaran kirin. li gor welatiyên Efrînê ku bêhtir ji 20 top û mûşekan bûn.

Topek li mala gundiyekî Cilbirê ket, di encamê de 4 kesên sivîl birîndar bûn û bo nexweşxaneyên Efrînê hatin veguhastin.

Herwiha ji encama topbarana Tirkiyê li ser gundê Qestel Cindo, agir bi daristana li gundê Qestel Cindo ket û hejmarek mezin ji daran şewitîn.

Ji aliyekî din topxaneya Tirkiyê gundê Kefir Enton ya li devera Şehba da ber topan. Di encamê de 3 kes ji yek malbetê ku dayikek û 2 zarokên wê canê xwe jidest dan û 4 kesên din ji wê malbatê jî birîndar bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button