Break newsNûçeslide

Daxwazên PKK ji hikûmeta Iraqê

Yekîtî Media 9/5/2017

Desteya PKK li Şingalê, ku xwe wekî Desthilata Demkî ya Şingalê binav dike deklarasyonek belavkir. Di vê daxwaznameya xwe de ku PKK bi taybetî arasteyî hikûmeta Iraqê kiriye, êrîşî hikûmeta herêma Kurdistanê û Pêşmerge dike. Di daxwaza xwe, xal 12an de, PKK vê daxwazê arasteyî hikûmeta Iraqê dike.

Ev wergera rasterast ji daxwaznameya PKK ji hikûmeta Iraqê xal 12 e .

12- Daxwaza me ji hukimeta Iraqê ew e ku, di babetên ku bi gelê Êzdî ve girêdayî ne ligel Hukimeta Herêma Kurdistanê danûstandinan neke û bixwaze ku Hêzên Pêşmerge yên Barzanî ji Şingalê derbikevin. Ji ber ku tu baweriya me bi hêza Pêşmergeyan nî ne. Di 3ê Tebax a 2014an de pişta xwe dan me û di 3 Adar a 2017an de zarokên me kuştin. Li aliyê din erk a Hêzên Pêşmerge parastina Kurdistanê ye. Herêma Êzdî ne girêdayî vê herêmê ye. Ger hûn alîkarî bidin hêzên me yên parastinê YPŞ – YJŞ, gelê me bi xwe dikare xaka xwe biparêze.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button