Break newsNûçeslide

Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê: Niha nikarin bibêjin referandûm ne destûrî ye

 Yekîtî Media 2/11/2017

Dadgeha Federalî ya Iraqê derbarê referandûma Herêma Kurdistanê nêrîna xwe ragihand û got, Dadgeha Federalî nikare raya xwe li ser wê pirsê bide, ku destûrî ye yan nedestûrî ye.

Peyvdarê Dadgeha Bilind a Federalî Îyas Samok ragihand, Dawakarên giştî pêdaçûnê di wan giliyên ku gihêştine ber destên Dadgeha Bilind a Federalî de dike, yên daxwaza biryara nedestûrîbûna referandûma serxwebûna Kurdistanê dikin.

Herwiha dibêje: “Dadgeha Bilind a Federalî hest dike yekalîkirina wan giliyan li ser agahdarkirina aliyê din yê giliyê radiwest e, ku bi riya nûnerên Herêma Kurdistanê di Encûmena Wezîrên Iraqê de agahdarî jê re çûne, dawî agahdarî jî roja 18 Cotmehê 2017an bû.

Samok got jî, Dadgeha Bilind a Federalî nikare nêrîna xwe li ser destûrî yan nedestûrîbûna referandûmê re bide, heger ne di riya giliyên ku hatine pêşkêşkirin re be. Dadgeha Bilind a Federalî nikare pêşwext nêrîna xwe bide, heger guhdariya aliyê din neke.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button