NûçeslideUncategorized

Cenazita pakrewan Haşim Izedîn li Kurdistana Sûriyê bi xakê hate sipartin

Yekiti Media

Bi sedan welatiyên Kurd li dergehê Sêmalka Kombûn û termê pêşmergeyê pakrewan Haşim Izedîn roja Şemiyê 15-12-2018 pêşwazkirin.

Welatiyên bajarê Dêrikê û bajarokê Girkêlegê di rêwresemeke ber fireh de termê pakreanê pêşmerge ji bo gundê Erûr veguhestin û bi xaka wê sipartin.

Gotina xwecihiya Girkêlegê ya Encumana Niştimanî Ya Kurd li Sûriyê ENKS ji hêla serokê xwecihiyê Xelîl Osman hate Pêşkêşkirin.

Xelîl di gotina xwe de spasiya peşdaran li ser wefadarî û dilsoziya wan kir û li ser wateya pakrewaniyê axivî û di heman gotinê de sersaxî ji malbata pakrewan re xwest.

Tê zanîn ku pêşmergeyê pakrewan Haşim Izedîn roja Înê 14-12-2018 di bûyereke tirafîkê de li herêma Kurdistana Iraqê  jiyana xwe ji dest da.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button