Break newsNûçeslide

Brêt Magurk ligel serkirdeyên HSDê dicive

Yekîtî Media 6/9/2016

Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya li dijî DAIŞê de Brêt Magurk serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel berpirsên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) civiya.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê ji ajanseke Fransî re raghandiye ku, Nûnerê Serokê Amerîkayê di Hevpeymaniya li dijî DAIŞê de Brêt Magurk seredana Rojavayê Kurdistanê kiriye û digel berpirsên HSDê civiya ye.

Wî berdevkî aşkere kir ku, Brêt Magurk ji HSDê re tekez kiriye, ku Waşington dê berdewam be li ser piştevanya wan di şerê li dijî DAIŞê de.

Herwiha hat ragihandin, Brêt Magurk daxwaz ji berpirsên HSDê kiriye ku, şerê di navbera aliyên ku şerê DAIŞê dikin li bakurê Sûriyê de raweste û karînên xwe yek bikin, ji bo rûbirûbûna terorê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button