NûçeslideUncategorized

Bîranîna duyem ya pakrewaniya Selah Yûnis hat vejandin

Yekiti Media

Malbata pakrewan Selah Se’îd Yûnis (bavê Kovan) roja Çarşemê 5-12-2018 li bajarê Amûdê bîranîna pakrewaniya wî ya duyem vejandin.

Bîranînê bi kêlîkek bê deng ji canê pakrewan Seleh û pakrewanên Kurd û Kurdistanê re û sirûda Ey Reqîb destpêkir.

Di bîranînê de hin gotin ji hêla xwecihiya Amûdê ya encumana niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û nivîsgeha pakrewanan ya ENKS û ji hêla malbata pakrewan hatin xwendin.

Di heman bîranînê de hin sitran û helbest li ser pakrewanan û welat hatin pêşkêşkirin.

Tê zanîn ku Selah Yûnis di sala 2016 di zindanên esayişên partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD de li rastî nexweşiya penceşêrê hat û li paş wê jiyana xwe ji dest da.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button