Break newsNûçeslide

Bicîbûna hêzên Erebî metirsiyê li ser mafê gelê Kurd peyda dike

Yekîtî Media
Agahiyên egera kişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê gelek dengvedan di nava hêzên siyasî de peyda kirine, hin siyasetmedarên Kurd dibînin Amerîka bi vê biryarê ne cidî ye. Hin jî dibînin ku bicîbûna hêzên Erebî metirsiyê li ser mafê gelê Kurd peyda dike.
Cîgirê Sekretêrê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê Hesen Salih derbarê vê gavê dibêje: “Heger Amerîka dixwaze ev proje biser bikeve, divê hêzeke Kurdî jî hebe nexasim Pêşmergeyên Roj ên ku karibin berevaniyê di ber miletên Kurd de bikin û bihêlin aramî di deverên wê de çê bibe. Ji bilî wê dê ne di berjewendiya Kurd de be, ji ber ku tevliheviyek dê çê bibe.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button