Break newsNûçeslide

Besma Qedmanî: pêşketinên rikberiya Sûrî li Helebê wê helwesta rikberiyê di danûstendinên Cinêv de xurt bike

Yekîtî Media 13/8/2016

Besma Qedmanî endama desteya bilind ya danûstendinên rikberiya Sûrî di hevpeyvînekê de ji ajansa Royterz re ragihand, ku pêşketinên rikberiya Sûrî li bajarê Helebê pêkanîne wê helwesta rikberiyê ji bo danûstendinên Cinêv di gera nû de xurt bike .

Herwiha Qedmanî di wê hevpeyvînê de dozê li rêjîma Sûrî û Rûsiya dike ku danpêdanê bi wan pêşketinên rikberiyê  bikin.

Qedmanî tekez kir ku hîn dem ne diyar e  rikberî û rêjîm bighêjin rêkeftinekê ji bo şêweya veguhestina siyasî li Sûriyê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button