Break newsNûçeslide

Barzanî nexşeya dewleta Kurdistanê nîşanî cîhanê dide

Yekîtî Media 19/7/2017

Barzanî û şandeke pê re roja 11 Tîrmehê serdana Brûkselê paytexta Belçîka kir û ligel berpirs û navendên bilind ên Belçîka û Yekîtiya Ewropa dest bi civîn û guftûgoyan kirin, Serokê Herêma Kurdistanê li wir bi aşkere got? “Hatine peyama xelkê Kurdistanê bigihînin dostê xwe û daxwaz ji xelkê Kurdistanê dikim xwe bo raferandûmê amade bikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nexşeya navçeyên li derve û li hundirê herêmê nîşanî Cîgirê Serokwezîrê û wezîrên Belçîka dide.

Lê li gor wan wêneyan be, Serokê Herêma Kurdistanê û şanda pê re ji bilî ku peyama bi devkî, nexşeya sînor nîşanî berpirsên Ewropî dan ku biryar e referandûmê tê de were kirin û heger bi “Belê” deng dan, ew sînor dibe sînorê dewleta nû ya Kurdistanê. Ew wêne cidetî û jidiliya Kurd di wê proseyê de nîşan dide û yekemîn car e bi vî awayê fermî li paytextên welatên cîhanê bi aşkere biryara Kurd bi cîhanê tê ragihandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button