Break newsNûçeslide

Asayişa PYD du serkirdeyên partiya Yekîtî ya Kurd binçavkirin

Yekîtî Media 10/1/2017

Asayişa partiya Yekîtiya Demokrat PYD, doh duşemê 9 çile, du endamên komîta Herêmî ya partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê binçavkirin.

Nûçegihana Yekîtî Media li Dêrikê ragihand, ku asayişa PYD endamê komîta herêmî ya partiya Yekîtî li bajarê Dêrikê Subxet Mihî bavê Celal binçavkir, dema ku di riya bajarê Dêrikê de bû , û ew berve cihekî nenas ve birin.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Tirbesipiyê jî ragihand, ku girûpeke çekdar rûgirtî bi ser PYDê ve endamê komîta herêmî ya partiya Yekîtî li Tirbesipiyê Mihemed Elî Ferho ji mala wî li gundê Tenûriyê berve cihekî nenas ve birin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button