Break newsNûçeslide
Daxuyaniya xwecihiya ENKSê li Efrînê derbarî êrîşên artêşa Tirkiyê
Yekîtî Media
Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand: “Di dema dawî de Tirkiyê û girûpên çekdar yên bi ser wê ve, gefên bê sedem ji bo encamdana operasyoneke serbazî li devera Efrînê dikin.”
Xwecihiya ENKS li Efrînê got: “Heger operasyonek weha li Efrînê bê kirin wê rewşeke mirovî metirsîdar çêbibe, ji ber ku hejmareke mezin ji welatî û koçberan li Efrînê dijîn û ji mafê xelkê Efrînê ye berevaniyê li xwe bikin.”
Herweha xwecihiya ENKS ji hêzên navdewletî xwest ku fişarê li PYD bike daku li siyaseta xwe vegere û yekrêziyê li Efrînê biparêze.