Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Amerîkayê dorpêçên nû bi ser Îranê de sepandin

Yekîtî Media 18/7/2017

Amerîkayê cezayê nû bi ser Îranê de sepand û ji ber bernameya mûşekî û rola wî welatî di aloziyên deverê de, dorpêçên nû xiste ser wî welatî.

Sepandina cezayên nû bi ser Îranê de ji ber bernameya wî welatî û têkdana rewşa ewlehiya welatên deverê ye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê daye xuyakirin, ku di çarçoveya cezayên nû de dorpêç li ser 18 kes û şîrketên têkildarî bi bernameya mûşekî ya Îranê û destwerdanên wî welatî li deverê tê sepandin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, ku Îran bi çekên pêşkevtî alîkariya milîsên Hûsî yên Yemenê dike û ji Yemenê ve çekên îranî li dijî Erebistana Siûdiyê bi kar hatine.

Herwiha Îran bi wê yekê hatiye tohmetbarkirin, ku ew welat berdewam e li ser piştgiriya rêxistinên tundrew ên weke milîsên Hûsî û Tevgera Cîhada Îslamî û Hemas ên felestînî dike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button