Break newsNûçeslide

YNK: Me ji Îranê re got referandûm garantiya paşeroja me ye

Yekîtî Media 18/7/2017

Serkirdeyê YNKê Mele Bextiyar ku di şanda YNKê de serdana Îranê kiribû, di daxuyaniyekê de ragihand: “Me çar civînên fermî kirin û di her çar civînan de me ji Komara Îslamiya Îranê re got, biryara referendumê rêya garantiya paşeroja me ye.”

Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtboriya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Mela Bextiyar piştî vegera şanda wê partiyê ji Îranê ku bi xwe jî endamê vê şandê bû, konfranseke rojnamevanî da.

Mele Bextiyar li Silêmaniyê ragihand: “Me çar civînên fermî kirin û di her çar civînan de me ji Komara Îslamiya Kurdistanê re ragihand, biryara referandumê rêya garantiya paşeroja me ye û biryara ti aliyekê bi tenê nîne jî, belku biryara hemû aliyan e.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button