Break newsNûçeslide

Tirkiye bi merc razî bûye Pêşmerge derbasî Kobanî bibin!

Hewlêr – Hat zanîn ku Tirkiye bi mercekî razî bûye hêzên Pêşmerge derbasî Kobanî bibin ku hêzên Artêşa Azad a Sûriyê jî herin wê devera Rojavayê Kurdistanê. Lê Serokatiya Herêma Kurdistanê vê yekê red dike.

Rojnameya El Şerq El Ewsetê ragihand ku Tirkiye bi wê mercê razî bûye Pêşmerge derbasî Kobanî bibe ku PYD bihêle komek çekdarên Artêşa Azad a Sûriyê jî here Kobanî.

Li gorî rojnameyê, Tirkiye dixwaze li hember çûyîna Pêşmerge bo Kobanî 1300 çekdarên Artêşa Azad jî derbasî Kobanî bibin lê heta niha PYDê biryara dawî li ser vê yekê nedaye.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku hevdîtin li ser vê mijarê bi PYDê re didomin û dibe ku di nav demek kurt de biryara dawî bê dayîn.

Lê çavkaniyekî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser vê yekê ji Rûdawê re got, tiştekî wisa tine û Tirkiyeyê çûyîna Pêşmerge bo Kobanî bi çûyîna hêzên Artêşa Azad a Sûriyê ve girênedaye.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî gotibû, PYD li Kobanî lîstokan dike lê Artêşa Azad dê van lîstokan vala derxîne!

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button