Break newsNûçeslide

Sibe li Qamişlo ENKSê mangirtinekê li dijî kiryarên PYD lidardixîne

Yekîtî Media 22/8/2017

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê biryar da ku mangirtineke cemawerî roja sibe çarşemê, 23ê meha tîrmehê demjimêr 6ê êvarî, li bajarê Qamişlo lidar bixîne ji bo şermezarkirina binpêkirinên PYD li dijî endam û serkirdeyên ENKSê.

Hesen Salih cîgirê sekreterê partiya Yekîtî ya Kurd li ser rûpela xwe ya fêsbûkê nivîsî, ku ENKSê biryar daye sibe derkeve mangirtinê ji bo protestokirina berdewamiya binçavkiria rojnamevan Alan Selîm nûçegihanê Yekîtî Media ji rex PYD digel bidawîbûna dema ku dadgeha PYD lê birîbû, bi behnaya ku poşmaniya xwe diyar nekiriye, li tev ku sedema binçavkirina wî jiber ku di merasîmên cenazeya pêşmerge Hebîb Qedrî de beşdar bûbû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button