Break newsNûçeslide

Şanda ENKSê civînên Desteya Bilind ya Danûstandinan baykot kir

Yekîtî Media 29/3/2017

Şanda ENKSê di Desteya Bilind a Danûstandinan a opozîsyona Sûriyê de civîna wê desteyê, îro çarşemê, li Cenêvê baykot kir.

Ev baykotkirina ji aliyê  endamên Kurd li Cenêvê ve, wek helwesteke nerazîbûnê li hember Desteya Bilind a danûstandinan tê.

Şanda Kurdî li Cenêvê belgenameyek derbarê mafên Kurdan li Sûriyê pêşkêşî Desteya Bilind kiribû, da ku bi belgeyên Desteya Bilind re bo Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura were pêşkêşkirin. Destpêkê ew belgename hatibû pejrandin, lê di piştre Desteya Bilind helwesta xwe derbarê wê belgenameyê de guhart.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button