Break newsNûçeslide

PDK û YNK dicivin

Yekîtî Media 11/4/2017

Politburoyên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi serpereştiya Serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî dicivin.

Babetên girîng a civîna PDK û YNK bi taybetî referendûma serxwebûna Kurdistanê ye. Her du partiyan ji hefteya derbasbûyî ve komîteyên cuda yên hevdîtinan navxweyî yên herêma Kurdistanê ku ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê civiyan û herweha derveyî ku seredana Bexdayê kirin û ligel berpirsên Iraqê hevdîtin pêkanîn. Heman demê di nav hefteyê de ligel nûneratî û konsulxaneyên derve li Kurdistanê, li ser referendum serxwbûna Kurdistanê hatin agahdar kirin.

Tê çaverêkirin ku, PDK û YNK bi awayek çalak xebata xwe ya ji bo referendûma Kurdistanê berdewam bikin û komîte bên damezrandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button