Break newsNûçeslide

Parêzgarê Kerkûkê: Referandûm xaleke dîrokî ye di xebata gelê Kurd de

Yekîtî Media 2/7/2017

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand, tevî astengên aborî û siyasî û şerê DAIŞê, ku derbasî sala sêyemîn bûne, lê proseya referandûmê ya ku di meha Îlona bê de bi rê ve diçe, xaleke dîrokî ye di xebata gelê Kurd de.

Parêzgarê Kerkûkê di çarçova civînekî ligel şandên partiyên siyasî yên Kurdistanî li Kerkûkê ragihand, yekrêziya navmala Kurdî, kilîta serkeftina proseya referandûmê ye.

Necmedîn Kerîm amaje bi wê kir, ku yekrêziya partiyên Kurdî li Kerkûkê fakterekî girîng bo aramiya bajêr bûye û hêza Pêşmerge rûbirûyî çekdarên DAIŞê bûne, di demekê de ku DAIŞ ji sînorê Kerkûkê nêzîk bûne.

Herwiha ragihand jî, di saya qurbanîdana Pêşmerge û hêzên ewlehiyê û piştevaniya welatiyên Kerkûkê, karîn aramiyê li Kerkûkê peyda bike.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button