Break newsNûçeslide

Mesrûr Barzanî: niha dema serxwebûna Kurdistanê ye

 Yekîtî Media 29/7/2017

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di panelekê de di konferansa “Kurdistan Havpeymana Stratejîk a Amerîka” de ku li Waşingtonê bi rê ve diçe, ragihand, niha dema serxwebûna Kurdistanê ye.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferansê de got: “Dixwazim tiştekî bibîra wa bînim, dema ku hikûmetên Iraqê yek li dû yekê komkujî, enfal, kîmyabaran bi serê me dikir, ti helwesteke civaka navdewletî li hemberê wan kiryaran tune bû, ji ber ku wek pirsgirêkên navxweyî lê temaşe dikirin, lê dema Sedam Hisên êrîşî Kiwêtê kir, Amerîka serkirdayetiya hevpeymaniyekê kir bo rizgarkirina wî welatî.”

Mesrûr Barzanî got jî: “Pirs ew e, ta kengî xelkê me dikare di tirsê de bijî û ti dilniyayek ji aliyê civaka navdewletî bê netê dayîn.”

Herwiha amaje bi wê kir, ji piştî 2003an û proseya azadkirina Iraqê ve, her tiştek kirin bo demokrasî li wî welatî peyda bibe, lê desthilatdarên Bexdayê li hember xelkê Kurdistanê bi xirabî danûstandin dikin.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî amaje bi wê jî kir, dema DAIŞê hatin, di xeyala hin serkirdeyên Iraqê de derket ku Kurdistan ne beşek e ji Iraqê û bûn hevkar ku me dûr bixin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button