Break newsNûçeslide

Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê binpêkirina mafên xwe qebûl nake

Yekîtî Media

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ragihand, Herêma Kurdistanê binpêkirina mafên xwe qebûl nake.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê li Iraqê Ramon Casas duh Duşemî 13ê Mijdarê li Hewlêrê hevdîtinek pêk anîn.

Li gorî daxuyaniya ofîsa Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî û Ramon Casas di vê civînê de rewşa dawî ya deverê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê nirxandin.

Balyozê Yekîtiya Ewropayê piştgiriya YEyê bo bilez destpêkirina diyalogeke rasterast di navbera Hewlêr û Bexdayê de, ku li ser bingeha Destûra Iraqê be, diyar kir û hêvî xwest di demeke nêz de dawî bi aloziyên navbera her du aliyan were.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button