Break newsNûçeslide

Li ser bingeha rapirsîna bîrûboçûnên civaka Sûrî workşopek ji bo dariştina siyasetan hate vekirin

Yekîtî Media 30/7/2016

roja Pêncşema borî li bajarê Xazî Entabê, hejmarek ji endamên Hevbendiya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê, beşdarî workşopekê bûn derbarê” Daraştina siyasetan li ser bingeha rapirsîna bîrûboçûnên civaka sûriyê”.

Ev workşop ji hejmarek ji endamên Desteya Hemahengiyê û dezgehên civaka sivîl pêk tê. û Cîgirê Serokê Hevbendiyê  Miwefeq Nêrebiyê destnîşan kir ku armanca Hevbendiya Niştîmanî ji vê beşdarbûnê ew e, pêşxistina mekenîzma karê xwe di çarçoveya afrandina siyasetan de, û pêşxistina karînên karê hevbeş bi kesin din re, yên di heman warî de kar dikin.

Herwiha armanc ji vê workşopa ku Dezgeha Nêrwjî ya alîkariyên gelêrî bi hevkariya Grûpa Dostên Sûriya lidar dixe, ew e”Rahênan li ser duristkirina yek nivîsê, di rêya danûstandinên gelek aliyan re, ku ji encamên rapirsînên Bîrûboçûnan û hûrbînkirina encamên wan destpê bike”.

Nêrebiyê diyar kir ku beşdarbûna Dezgehên Civaka Sivîl li ser bingeha rapirsînên bîrûboçûnan hat, yên ku wan li hundirê welat li hin parêzgehên Sûriyê beşdarî di pêkanîna wan de kiribûn, û hinên din di warên hûrbînkirina zanyariyan de pispor in.

Nêrebiyê destnîşan kir ku ev workşop dixwaze girêdanê di navbera sê beşên civakê de baş bike, ew jî raya giştî ye ku boçûnên xwe di riya rapirsînan re tîne ziman, û serkirdeyên navbênkar yên ku rola wan di duristkirina biryaran de heye, û kesên biryaran didin.

Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button