Break newsNûçeslide

Li Efrînê 60 welatiyên Kurd ji aliyê grûpên çekdar ve hatin revandin

Yekîtî Media 7/10/2017

Çekdarên her du bajarokên Nubil û Zehra yên Şîenişîn zêdetirî 60 welatiyên Kurd li ser riya Heleb – Efrînê direvînin.

Hat ragihandin ku ji duh ve grûpên çekdar ên bajarokê Nubil û Zehra rêbend li nêzîkî gundê Mayirê li ser riya Heleb – Efrîn danîne û zêdetirî 60 welatiyên Kurd revandine û revandina welatiyan heta niha jî berdewam e.

Li gor agahiyan hin welatiyên Nubil û Zehra di zîndanên asayişa PYD li Efrînê de girtî ne, ev grûpên çekdar jî welatiyên Efrînê direvînin û bi wan bazara berdana wan girtiyan dikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button