Break newsNûçeslide

Herêma Kurdistanê: Em neçar in avê li ser Iraqê qut bikin

Yekîtî Media 2/7/2017

Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Ebdulsettar Mecîd got, ku Îranê ava rûbarê Zêya Biçûk girtiye û vê yekê jî ziyaneke mezin gihandiye Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Ebdulsettar Mecîd îro Yekşemê 02-07-2017, di civîneke çapemeniyê de ragihand, ku ji ber bendava, ku hikûmeta Îranê li bajarê Serdeşta Rojhilatê Kurdistanê ava dike, ziyaneke mezin gihiştiye çavkaniyên avê yê Herêma Kurdistanê û lewma ew jî ne çar in ava ser Iraqê qut bikin.

Derbarê pêngavên çareserkirina vê pirsgirêkê de Mecîd got: “Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi xwe hewl dide vê pirsgirêkê li gel berpirsên Îranê gotûbêj û çareser bike.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button