Break newsNûçeslide

ENKS: PYDê hewil dide ku fitneyê di kolana Kurdî de çê bike

Yekîtî Media 3/12/2016

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de ragihand, piştî ku ENKSê biryara paşxistina birêvebirina mangirtina li dijî girtina endam û serkirdeyên ENKSê ji aliyê Asayişa PYD ve, ya ku biryar bû roja 2 Kanûnê li Qamişlo birêve biçe, Partiya Yekîtiya Demokratîk hejmarek ji keç û xortan li heman cihê mangirtina ENKSê kom kirin û fitneyek di kolana Kurdî de çê kir.

Daxuyaniya ENKSê amaje kir, dema ENKSê xwest biryara paşxistina mangirtinê bixwîne û cemawerê kombûyî belav bike, girûpên ser bi PYDê û li ber çavên hêzên asayişê êrîşî xwepêşandaran kirin û alayên Kurdistanê çirandin û gefa avêtina bombeyan li xelkê xwarin.

ENKSê aşkere kir, di encama êrîşa wê girûpê de hejmarek ji welatiyan birîndar bûn, ji wan ev hatin naskirin (Ebdilqadir Hêvo, Hemze Mihemed Selîm, Sabir Îbrahîm, Hemrîn Haco, Xalid Emîn û zarokeke bi navê Hewlêr Mizgîn Remezan).

Herwiha daxuyaniya ENKSê da zanîn, beşek ji wê grûpê bi şevê êrîşî nivîsgeha Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê kir û hemû keresteyên nivîsgehê şikandin.

ENKSê ev kiryar bi tundî şermezar kir û PYDê tuhmetbar kir ku, fitneyê dixe di navbera kolana Kurdî de, da ku têkçûnên xwe yên di hemû war de veşêre.

ENKSê tekez kir, ev kiryar ti carê nikare vîna ENKSê bişkîne û ENKSê ti carî jî berve karvedan ne ku zirarê bigihîne gelê Kurd û doza wî naçe, Herwiha ENKSê dê berdewam be li ser xebata xwe û yekrêziya Kurdî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button