Break newsNûçeslide

Balafirên Artêşa Tirkiyê Efrînê bombebaran dikin

Yekîtî Media
Li gor zanyariyan, firokeyên artêşa Tirkiyê gundê Mêremînê yê navçeya Şera bombebaran dike û kuştî û birîndar ji encama wê bombebaranê di nava sivîlan de ketine.
Ji aliyê xwe ve medyayên nêzîkî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) belav kirin, şervanên YPGê li eniya Şera û Bilbilê rûbirûyî êrîşa çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê dibin û şerekî giran li wan her du eniyan rû dide.
Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di roja 49emîn de li ser Efrînê berdewam e, duh di encama topbarana li ser gundê Tirindê yê ser bi Efrînê de 3 zarok ji yek malê şehîd bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button