Break newsNûçeslide

Artêşa Tirkiyê 8 eniyan li herêma Efrînê bi tundî bombebaran dike

Yekîtî Media
Artêşa Tirkiyê îro 8 eniyan li herêma Efrînê bi tundî bombebaran dike, tevî ku ti navendên leşkerî li navenda Cindirêsê tune ne ew bajarok ji şeva bûrî ve bi tundî tê bombebarankirin.
Herwiha, helîkopterên artêşa Tirkiyê yên ji cura Kobra ji şeva bûrî ve bi tundî navenda navçeya Cindirêsê bombebaran dike û artêşa Tirkiyê ligel grûpên çekdar ên ser bi wê ve hewl didin derbasî bajarokê Cindirêsê bibin.
Bajarokê Cindirêsê mezintirîn navçeyên Efrînê ye û 20 K.M li başûrê rojavayê Efrînê li nêzîkî Lîwaa Iskenderon e, ji roja yekem ya êrîşa artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê ve bajarokê Cindirêsê bi giranî tê bombebarankirin, ku zêdtir ji nîvê wî bajarokî hatiye wêrankirin.
Êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Efrînê ji dema derbasbûna milîsên Hêzên Şeibî ji herêma Efrînê re zêdetir û tundtir bûne. grûpên ji Hêzên Şeibî li eniya derdora navçeya Cindirêsê û Raco belav bûne û li navçeya Raco ew hêz ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hate armanckirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button