Break newsNûçeslide

Almanya: Esed NA!

Navenda Nûçeyan – Wezareta Derve ya Almanyayê ragihand, Serokê niha yê Sûriyeyê nabe beşek ji hikûmeta demî ya veguhêz be.

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanya Martin Schaefer îro 26ê Cotmehê di konfranseke rojnamevaniyê de ragihand, nabe kesekî wek Beşar Esed beşek ji hikûmeta demkî ya li Sûriyeyê be û desthilatên cîbicîkirinê di destê wî de bimînin.
Martin Schaefer herwiha got, ew nizanin kê dê şûna Esed bigre û tekez kir, ku Esed di tawanên şer ên li Sûriyeyê de berpirsyar e.

Martin Schaefer herwiha da xuyakirin, gellek welat û hêz li deverê hene ku di lîstika li deverê de beşdar in, ên wek Tirkiye, Erebistana Siûdiyeyê û welatên kendavê.

Schaefer da zanîn: “Em qet nafikirin ku kesek wek Beşar Esed bibe beşek ji Hikûmeta Veguhêz.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button