Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Yekîtiya Ewropa dê alîkariyê bide hêzên pêşmerge

Îro 15 / 8 / 2014`e wezîrên karên derve yên 20 welatin Yekîtiya Ewropa li paytexta Belcîka Biruksel bi mebesta biçekkirina hêzên pêşmerge di şerê li dijî DAIŞ de goftûgo bikin li hev civiyan.

Di dawiya civînê de wezîrên karên derve yên welatên Yekîtiya Ewropa biryar dan bi her şêweyekê alîkarî û piştgiriyê bidin Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞ de.

Wezîrê karê derve yê Almanya Firank Falter Ştmaynmayêr ji aliyê xwe ve got: Beşek ji welatên Yekîtiya Ewropa dê li gorî çarçoveya yesayî û siyasî alîkarî bidin hêzên pêşmerge yên Kurdiatanê.

Her wiha da xuya kirin ku dê ew di hefteya pêş de serdana Herêma Kurdistanê bike û ji nêzî ve ka dikarin alîkarî bo hêzên pêşmerge pêşkêş bikin binirxîne.

Firansa ji aliyê xwe ve li ser zarê wezîrê karê derve dabû xuya kirin ku dê ew çekên pêşkeftî bide hêzên pêşmerge, ji ber ku bi tenê hêzên pêşmerge dikarin li beremberî DAIŞ şer bikin û rawestin.

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button