Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

DAIŞ li gundekî Ezîdiyan komkujî pêkanî

Çekdarên terorîstên DAIŞ’ê li gundê Koço yê Şengalê ku şêniyên wê êzidî ne, komkujî pêk anî. Çekdarên terorîst gelek jin û zarokên gund revandin.

terorîstên DAIŞ’ê di seatên êvarê de li gundê Koço yê dikeve rojavayê navçeya Şengalê dorpêçkirin û bi ser gund girtin û hemû zilamên gund ên mislimantî qebûl nekirin qetilkirin û jin û zarok jî revandin.

Her weha hefteyek berê jî çeteyên DAIŞ`ê bi ser gundê Koço de girtibû û ji bo gelê êzdî bibin misliman heya roja înê dem dabûn wan. Derket holê ku heke nebin misliman dê wan hemûyan bikujin.

Hejmara kesên hatin qetilkirin bi zelalî nayê zanîn û zarok û jinên hatin revandin jî bi kîjan alî ve birin nayê zanîn. Lê li gorî hinek çavkaniyan jinên hatin revandin birin Tel Aferê.

Gundê Koço yê li rojavayê Şengalê hezar û 200 nifusa wê hebû û ji 3’yê tebaxê heya niha di bin dorpêça çeteyên DAIŞ’ de bû. Piraniya gundiyan roja ewil reviyabûn lê 200 malbatan fersand birevin nedîtin û hefteyek bûn di bin gefên komkujiyê de dijiyan.

PUKmedia/DIHA

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button