Break newsNûçeslide

Wezîrê Ragihandina Sûriyê Omran Zubhî li ser kantonan û DAIŞê ji Rûdawê re axivî

Hewlêr – Wezîrê Ragihandina Sûriyê Omran Zuhbî ragihand ku ew jî li dijî DAIŞ û Nusra şer dikin û got, lê Kurdistan û Sûriyê bi tenê nikarin şerê DAIŞê bikin. Zuhbî her wiha diyar kir, ew avakirina kantonan bêyî rizamendiya Şamê qebûl nakin.

Wezîrê Ragihandina Sûriyê Zuhbî, îşev ji paytext Şamê bi awayekî zindî beşdarî bultenya nûçeyên Rojava ya Rûdaw TVyê bû û bersiva pirsên Rûdawê da.

Zuhbî ragihand ku ew jî mîna Kurdistanê şerê DAIŞê her wiha koma el Nusrayê dikin û got, divê kurd jî li dijî wan terorîstan şer bikin.

Wezîrê ragihandina Sûriyê diyar kir ku komên çekdar ên mîna DAIŞ û el Nusra ji aliyê Tirkiye û hinek welatên erebî yên kendavê ve tên piştgirîkirin û gijkirin lewma Kurdistan û Sûriye bi tenê nikarin şerê wan bikin.

Zuhbî destnîşan kir ku di şerê li dijî DAIŞ û komên din ên terorîst de divê civaka navdewletî bi hev re kar bikin.

Li ser kantonên Rojavayê Kurdistanê jî wî rayedarê sûrî got, em avakirina kantonan bêyî rizamendiya Şamê qebûl nakin çimkî Sûriye welatekî yekgirtî ye û tiştekî wisa nayê qebûlkirin.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button