Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Obama: Emê li ser alîkariyên serbazî û mirovî bo Iraq û Kurdistanê berdewam bin

Hewlêr – Serokê Amerîkayê Barack Obama ragihand ku ew hêzên xwe naşînin Iraq û Başûrê Kurdistanê lê dê li ser dayîna alîkariyên serbazî û mirovî berdewam bin. Obama her wiha eşkere kir, ew serbazên amerîkî yên çûne çiyayê Şingalê dê vegerin welêt.

Barack Obama îşev daxuyaniyeke rojnamevaniyê li ser rewşa Iraq û Başûrê Kurdistanê û şerê li dijî DAIŞê da û ragihand, gef û êrişên DAIŞê bûne sedema wê ku gellek kurdên êzdî û xelkê mesîhî aware bibin û got, me gellek ji wan rizgar kirin.

Obama anî ziman ku her çiqas hinek dever heta niha jî di bin destê DAIŞê de ne lê rewşa awareyan ber bi başbûnê ve diçe.

Serokê Amerîkayê da zanîn ku ew êdî ti operasyonekê li ser çiyayê Şingalê nakin ew serbazên ku çûbûn wir jî dê vegerin welêt.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button