Break newsNûçeslide

ENKSê çend biryarên rêxistinî û siyasî wergirtin

Hewlêr – Piştî demeke dirêj ji paşxistina sêyemîn kongireya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê, civîna giştî ya Encûmenê biryar da ku di nava mehekê de, birwara lidarxistina kongreyê bê destnîşankirin.

Di civîna giştî ya ENKSê de, ku roja duşemê bi dawî hat, çend biryarên rêxistinî û siyasî derbarê lidarxistina kongreya giştî, rêjeya beşdaran, şêweyê hilbijartina nûnerên kongireyê, helwest ji Rêveberiya Xweser û rola ENKSê di Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyê de hatin wergirtin.
Endamê sekretariyeta giştî ya ENKSÊ Mihemed Ismayil ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku civîna ENKSê biryar daye ku di nava mehekê de birwara sêyemîn kongireya ENKSê bê destnîşankirin û komîteya rêxistinî raspartiye ku mijarên rêxistinî di vê debarê de bişopîne.
Ismayil diyar kir ku ev biryar hatiye dayin piştî ku rêxistinên ENKSê li her du herêmên Efrîn û Kobanî diyar kirine ku nûnerên wan êdî dikarin beşdarî kongireyê bibin nemaze piştî biryarên nû yên hikûmeta Tirkiyê derbarê derbasbûna xelkê Sûriyê de ku li gor van biryaran, nûnerên Efrîn û Kobanî dikarin di deriyê sînorî yê Dirbêsiyê re derbasî Herêma Cizîrê bibin.

Serkirdeyê ENKSê da zanîn ku rêjeya nûnerên kongireyê hatiye destnîşankirin ku wê 50% pişaka partiyan be, 28% pişka kesayetiyên serbixwe be, 12% pişka ciwanan be û 10% pişka jinan be, lê belê pîverên parvekirina pişka partiyan û awayê hilbijartina nûnerên ciwanan heta niha ne hatine yekalîkirin.
Derbarê rewşa siyasî, Ismayil diyar kir ku Encûmena Niştimanî careke tekizî li ser helwesta xweya berê derbarê Rêveberiya Xweser kir ku ew vê Rêveberiyê nas nakin û pêgirî biryarên wê nabin, lewra ewê di kar û çalakiyên xwe de bêyî ruxset berdewam bin û hemû şêweyên xebata aştiyane ya demokratîk li hember biryanên ku di derheqê wan de bên standin, mîna xwepêşandan, girev û protestokirina aştiyane bikar bînin.
Derbarê rewşa ENKSÊ di nava Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê de, endamê sekretariyeta giştî da zanîn ku civînê nûnerên ENKSê raspartine ku têbîn û pêşinyarên Encûmenê derbarê xurtikirina rol û pêgehê ENKSê di nava Hevpeymaniyê de pêşkêşî Hevpeymaniyê bikin û cîbicîkirina wan bişopînin.
Derbarê koçberên Şingal û derdora wê li Rojavayê Kurdistanê, Ismayil diyar kir ku wan ji hemû komîteyên xwecihî yên ENKSê xwestiye ku bi hemû karînên xwe alîkariya pêwîst pêşkêşî koçberan bikin.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button