Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Wezîrê Derve yê Almanyayê: Divê em çekan bidin kurdan

Frank-Walter Steinmeier
Dusseldorf – Piştî daxuyaniyên hikûmetên Amerîka, Frensa, Brîtanya û Îtalyayê ku ew li ser dana çekan bo Kurdan difikirin, di nav hikûmeta Almanyayê de jî nîqaşa dan û nedana çekan bo pêşmergeyan germ bûye. Pirraniya çapemenî û siyasiyên Almanyayê êdî daxwazê dikin ku hikûmeta wan jî çekan bide Kurdan, da ku ew bikaribin xwe li hemberî rêxistina DAIŞê biparêzin.

Tevî ku doh berdevkê hikûmeta Almanyayê diyar kiribû ku Almanya wê çekan neşîne herêmeke aloz, lê îro Wezîrê Derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier (ji partiya SPD) diyar kir ku ew dixwaze ji alîkariyên xwarinê wêdetir, alîkariyên din jî bidin Kurdan û bi vê yekê rêya dana çekan bo Kurdan vekir.

Steinmeier ji rojnameya “Frankfurter Allgemeinen Zeitung“ re wiha got: “Arîkariya mirovî ji bo her kesê muhtac ev tiştekî bênîqaş e, lê divê em binêrin ka em dikarin tiştekî bêtir bikin û ka em mecbûr in bikin.“ Steinmeier diyar kir ku ewê di zûtirîn demê de ligel hevpîşeyên xwe yê Ewropî gavên dîtir guftûgo bikin.

Herwiha îro nûnerên çendîn saziyên Êzdiyan li Almanyayê jî ligel Wezîrê Aborî yê Almanyayê û cîgirê serokwezîra Almanyayê, Sigmar Gabriel (SPD), li Berlînê civînek lidarxistibûn. Piştî civînê Sigmar Gabriel diyar kir ku tiştê niha li herêma Şengalê dibe amadekariyên komkujiya Êzdiyan e û hişyarî da ku rê li ber vê yeke bê girtin. Sigmar Gabriel diyar kir ku ew niha li dijî şandina çekan bo Kurdan e, lê di pêşerojê de dibe ku şandina çekan jî bikeve rojeva wan.

Nûnerên Êzdiyan ji Sigmar Gabriel xwestin ku li herêmên Êzdiyan herêmeke parastî ji bo Êzdiyan bê avakirin. Gabriel ji aliyê xwe ve piştevaniya xwe ji bo vê daxwaza Êzdiyan diyar kir ku got ew piştevaniya vê yekê dikin lê erkê sereke yê bicihanîna vê daxwazê û parastina herêmeke wisa dikeve stuyê artêşa Iraqê, herwiha berpirsarî ya DYAyê ye jî.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button