Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Agahiyên nû li ser bûyera ketina helîkoptera iraqî li ser çiyayê Şingalê

Hewlêr – Di bûyera ketina helîkoptera iraqî li ser çiyayê Şingalê de pîlot û kurdekî êzîdî jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 20 kes jî birîndar bûn ku birîna 3 ji wan giran e.

Îro li ser çiyayê Şingalê helîkoptereke iraqî ya ku alîkariyên mirovî ji kurdên êzîdî re biribû, ji ketibû xwarê.

Efserê Asayişê yê Dihokê Aştî Koçer li ser çiyayê Şingalê ji Rûdawê re got, di bûyerê de pîlot û welatiyekî êzîdî jiyana xwe ji dest dan û parlamentera kurd Viyan Dexîl û kurê sekreterê polîtuborya PDKê Yadigar Fazil Mîranî û hinek awareyên Şingalê jî birîndar bûn.

Aştî Koçer da zanîn, piştî ku helîkopterê alîkarî vala kir xwest ji erdê rabe lê singê wê li kevirekî ket û ket xwarê.

Koçer got, hêzên Pêşmerge xwe zû gihandin cihê bûyerê û kesên ku di helîkopterê de bûn derxistin lê pîlot û welatiyekî êzîdî jiyana xwe ji dest dan û yên din jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên wî eferê asayişê, di nav helîkopterê de 3 rojnamevanên biyanî jî hebûn ku 2 ji wan birîndar bûn.

Ji aliyekî din, peyamnêrê Rûdawê ragihand ku pirraniya birîndarên bûyera çiyayê Şingalê birine nexweşxaneya Zaxo lê parlamenter Viyan Dexîl û Yadigar Fazil Mîranî û sê zarokên birîndar jî birin nexweşxaneya Dihokê.

Li gorî agahiyên peyamnêrê Rûdawê, rewşa wan zarokan baş nîne ji ber ku bi giranî birîndar bûne.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button