Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Pêwîstiya Kurdan bi alîkariya Amerîkayê heye

Mesûd Barzanî

Îro xelkên Kurdistan û Iraqê di bin gefa rêxistina tundrew, hov û terorîst de ne, ku dixwaze dest deyne ser Rojhilata Navîn. Em jî sûr in li ser wê yekê ku bi alîkariya Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê û dostên xwe li cîhanê vê gefê bişikînin.

Nabe ev metirsî wek kêm bê wergirtin. Êrîşên Dewleta Isalmî yên tund û ji nişkê ve, Iraq û Sûriyê gitin û amanca wan ewe ku navçeyên fireh ên din li cîhanî jî dagîr bikin. Di demekê de ku hinek ji amancên wan ên dûr niha bicih neyên. Iraq û Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn ji vê metirsiyê ne dûr in.

Kuştin, birrîn û wêrankariyên Sûriyê û hinek navçeyên Iraqê, nimûneyên ne veşartî ne ji wê yekê ku dibe li her devereke din a vê cîhanê derkeve, ku ev grûp desthilatê lê bike. Em hevpeymanên xurt ên Amerîkayê ne, li vê navçeyê û take hêzek in ku xwedî vîn û hokar in bo parastina jiyana hezarên kesan ji kabûs û tirsa van terorîstan, lê em bi tenê nikarin vî karî bikin.

Rast e ku kokên vê krîzê siyasî ne. Heman tişt bo serhildana nazîzmî jî rast bû, lê niha terosît bûne hêzeke leşkerî. Êdî ne krîzeke siyasî ye, lê belê krîzeke asayişî ye û pêwîst e cîhan tevgerê bike û rê li ber jenosîd û kuştina bikom a xelkên bêtawan bigire. Pêwîst e her pêgeheke terorîstan bike amanc, ne ku tenê li derdora Hewlêr û Şengalê. Pêwîst e cîhana şaristanî vê cengê righiîne. Lê her ku derengtir dest pê bike, ceng xurttir dibe. Hêzên me yên pêşmergeyan amade ne li gellek bereyan bibin rêberê cîhana şaristanî. Berê, salên 1991 û 2003an, em alîkarên Amerîkayê bûn li dijî Sedam Husên. Niha jî careke din em heman karî dikin. Lê bûyer û guhrtinên vê dawiyê yên Dewleta islamî, niha 600 mîl sînorê me ligel terorîstan heye û gellekî pêwîstiya me bi alîkarî û hevahengiyê heye. Em hêvîdar in êrîşên ezmanî yên Amerîkayê, ku roja înê dest pê bû, tenê destpêkek bin. Amerîkayê dikare karîna terorîstan kêm bike ji pêkanîna êrîşên ji nişkê ve. Di heman demê de gihandina çekên giran bo pêşmergeyan girîng e, da ku karibin li ser zeviyê pêşketinê pêk bînin.

Terorîstan tibebeke mezin ji çekên amerîkî ji hêzên Iraqê wergirtin, ligel dagîrkirina navçeyên nû jî, xelkê bêhtir ditirsînin, bîreweriya xwe belav dikin. Mêrên ku temenê wan ê leşkeriyê be tînin nav rêzên xwe û bi rêya bac û kontrolkirina jêderên petrolî dahata xwe zêde dikin û sîxuriya xwe fireh dikin. Her ku bêhtir bihêz bin, pêkanîna şikestina wan zehmettir dibe.

Em spasiya dost û hevpeymaniyê xwe dikin li Koşka Sipî û Kapîtol Hêl bo wan piştgiriyên ku me bi salan ji wan dîtine. Niha jî tenê ji ber wê yekê ku rewş êdî wiha dixwaze, lewma dûbare em doza alîkariyê dikin.

Vê hefteyê terorîstan êrîşên nû pêk anîn û yekser ew bajarok kirin amanc, ku di bin kontrola kurdan de bûn, ji wan jî Bendava Mûsilê, naçeya Şengalê û sînorê Rebîe. Gellek sedsalan ev navçe cihên gellek olên cuda bûn, lê niha nema wiha ne. Wek yekem karê wan, terorîstan ferman dane Xiristiyanan ku bi zorê bibin musilman, baceke giran bidin yan derencama wê kuştinê hilbijêrin. Ew kes jî ku pabend nebûn, bi tirsnaktirîn awayî hatin kuştin. Yekem car bû, di dîrokê de bajarê Mûsilê ji Xiristiyanan vala bû. Bi sedên hezaran nişteciyên Xiristiyanî û Êzdî di bin gefên komkujiyê de ne. Ev yek jî bêguman danasîna jenosîdê ye.

Di heman demê de, ji encama şerê Sûriyê û pêşketina terorîstan li Iraqê, bêhtir ji yek milyon penaber û xelkên aware hatin Herêma Kurdistanê.

Pêşmerge beramberî dijminekî bûn ku çekên gellekî pêşketî yên amerîkî li cem wî hene. Lewma girîng e em jî ji Amerîka û dostên xwe yên din, bi zûtirîn dem alîkariya leşkerî werbigirin, her rojekê bêhtir terorîst bi azadî tevgerê bikin, jiyan bêhjtir ji dest diçe û krîza mirovî, wêrankarî, tirs û tirsandin bêhtir dibe.

Pêwîst e hemû ol, dewlet û civak piştgiriya xwe bo şaristaniyê ragihînin. Ew welatên ku karin alîkariyê jî bikin, bi taybetî Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê, pêwîst e tê bigihin ku rewş tirsnak e û li wê gorê jî kar bikin. Pêwîst e em niha vê terorê ragirin. Em dikarin vê yekê bi alîkariya ezmanî û keresteyên leşkerî bikin.

* Ji rojnameya (Washington Post) a amerîkî hate wergerandin.
(Rudaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button