Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Alîkariyên Fransayê dê heta çend saetên din bigihîjin Kurdistanê

Hewlêr – Hikûmeta Fransayê ragihand, alîkariyên mirovî yên hikûmetê ji bona kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê asê mane dê di nav çend saetên din de bigihîje Iraqê.

Hikûmeta Fransayê îşev di daxuyaniyekê de ragihand, alîkariyên mirovî yên Parîsê dê di demeke kurt de bigihîje destê wan kurdên êzîdî yên ku ji tirsa DAIŞê li ser çiyayê Şingalê asê mane.

Di daxuyaniya hikûmeta Fransayê de nehatiye eşkerekirin ku ew alîkariyên ku dê ji kurdên êzîdî re bên şandin, ji çi pêk tên.

Serokê Fransayê Francos Hollande beriya niha ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re gotibû, Parîs amade ye bi hemû awayekî alîkariyên mirovî bide Başûrê Kurdistanê.

Hollande her wiha îro ji Serokê Amerîkayê Barack Obama re jî gotibû, Fransa piştgiriya Amerîka dike di parastina kurdên Iraqê de.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button