Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Li Tirkiyeyê dengdanê dest pê kir

Hewlêr- Dengdana hilbijartina serokomariya Tirkiyeyê saet 8.00an dest pê kir.

Di hilbijartina serokomariyê ya yekem de 52 milyon û 894 hezar û 155 hilbijêr dê dengê xwe bidin.

Di hilbijarina Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, Ekmeleddin Ihsanoglu û Selahattin Demirtaş namzed de, dengdan dê bi nasnameya hejmara hemwelatiyê li ser bê kirin.

Di vê hilbijartinê de yekem car wêneyê namzedan li ser pûsûlayê heye.

Dengdan dê heta saet 17.00an bidome.

Di gel vê jî heta saet 18.00an, weşan û texmînên derbarê encama hilbijartinê de li ser televizyon û radyoyan qedexe ye.

Encam dê ji aliyê Desteya Hilbijarinê a Bilind (YSK) ve 11yê Tebaxê bê daxuyandin. Eger hilbijatin bimîne dora duyemîn, ji vê rojê pê ve serdema propagandayê dê dest pê bike.

Eger hilbijartin bimîne dor duyemîn, ev dê 24ê Tebaxê de bê çêkirin.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button