Gotar

Şengal

Li Şengalê şer û ceng e
Silavêd min li pêşmerge
Ji dijmin bang û hawar e
Li dora wî kemer teng e

Heya îro welat sotin
Xwîna zarokan rêtin
Bi kovanan, bi axînan
Gelê Êzdî li şûn hêştin

Kesî nebhîst fîxanên me
Seraser bûn li hember me
Dema em bûn xudanên xwe
Bi yekser bûn neyarên me

Dem em jar û bê hêz bûn
Li cîhanê nenas em bûn
Dema Kurdan tiving rakir
Ji tirsê tevde guhdar bûn

Ji Şengalê xeber hatî
Nema rûnin li bindestî
Emê Kurdan hemî komkin
Bi mêrxasî, bi yekdestî

Li Hewlêrê me soz dayî
Emê derxin ji dervayî
Neyar û dijminên bavan
Bi canfîda û Kawayî

Li Şengalê me tirs nîne
Serokê Kurd xeber tîne:
Dema dijmin bikin hêriş
Hemî Kurdên me Êzdî ne…

7. August 2014

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button