Break newsHevpeyvînslide

Kurdên Sûriyê Çawa Bûyerên Şingalê Dibînin?

Sîrwan Qiçço

Bûyerên ku nuha li bajarê Şingalê diqewimin bûne mijar li nav Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê bi taybet, jiber ku rûniştvanên bajêr ji Kurdên Êzîdî ne.

Kurdên Sûriyê jî ji nêzîkayî ve bûyerên Şingalê dişopînin. Şingal nêzîk sînorê Sûriyê ye û gelek peywendî di navbera Êzîdiyên Kurdistana Îraqê û Kurdistana Sûriyê de hene.

Rojnamevan Ferîdon Îbrahîm ji Dengê Amerîka re dibêje, Kurdên Êzîdî bixwe Kurdên resen in, lewra Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê xembar in derbarê rewşa wan.

Birêz Îbrahîm herwiha dide zanîn ku rêxistina Dewleta Îslamî (DAÎŞ) metirsiyeke li ser hemû Kurdan û Kurdên Sûrî bi taybet dizanin ev rêxistin çiqasî tundrê ye, jiber ku ev bûye dora du salan ku ew û DAÎŞ şer dikin.

Jibo guhdarîkirina hemû hevpeyvînê, ji kerema xwe fayla xwarê klik bikin.
Hevpeyvîn bi Ferîdon Îbrahîm re

http://www.dengeamerika.com/content/article/1971692.html

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button