Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

H.Kurdistanê : Em bitenê şerê terorê dikin pêdiviya me bi alîkaiya navdewletî heye

Hikûmeta Herêma Kurdistanê da xuya kirin ku li DYE denûstandin kiriye û diyar kiriye ku pêwîste hêzên pêşmerge bêne bi çek kirin ta li rû bi rûyê DAIŞ rawestin.

Berpirsê peywendiyên derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mustafa ji rojnama Şerq El-Ewsat re axivî û bersiva pirsên rojnameyê da.
Mustafa da xuya kirin ku wan çek ji Waşinton xwestine û Waşinton ji aliyê xwe ve daxwaza wan red nekirî lê got ku dê daxwaza Herêma Kurdistanê vekolîn bikin.

Mustafa derbarê peywendiyê Herêmê li gel Emerîka de got peywendî başin hêviya me ew`e bêtir hevrêzî û hevkarî di navbera me de lidar be, em DYE welatek hevpar û hevpeyman dibînin û em hêvîdarin peywendiyên me xurtir bibin.

Derbarê pirsa ma gelo we çek ji Emerîka xwestine? Got: Em eşkere bûn û m eji destpêkêve gotî em li dijî terorê di sengerên şer de ne, em qurbana terorê bûn, pêdiyar me bi piştevaniyê û alîkariyê heye, lê mixabin hêzên Êraqê yên diviya bergirî li deverên kêşe li ser hene bikera têk şiketin û nekarîn bergirî li wan deveran bikra û jiyana welatiyan biparasta, lê şiketina hêzên artêşa Êraqê çek û alavên pêşketî û giran ên leşkerî ketin destê DAIŞ.

Felah Mustafa wiha pê de çû: Pêdviya şerê li dijî bi alîkariyê heye lê artêşa Êraqê ligel me ne alîkare, ji ber vê çendê me ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîka xwest çek û alavên leşkerî bide me, pêdviya me bi gavên jidil ve heye ne bi spasî, ji ber ku bê çek em nikarin bergirî li Herêma Kurdistanê bikin.

Di hevpeyvînê de her wiha Mustafa axuya kirin ku Herêm bi tenê li dijî rêxstina terorê şerdike li navçeyê û tekoşîn li dijî terorê berpirsyartiya hemû welatên navçeyê ye, lê heya niha ti alîkariyek ji dil ve nehatî kirin, em çav li rê ne Emerîka û welatên dost û hevpeyman destê alîkariyê dirêjkin û çek û cebilaxane bidin Herêma Kurdistanê.

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button