Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Peşmerge li benda bersiva Amerîkayê ye

Hewlêr – Berpirsiyarê Karûbarên Derve ye Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand ku ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) çekên giran xwestinê û li benda bersiva wan in.

Felah Mistefa got: “Bo tekoşîna dijî terorê me çekên giran ji DYAyê xwest. Rayedarên DYAyê jî agahî dan dê daxwaziya me binirxînin.”

Li gorî Ajansa Anadoluyê, Felah Mistefa diyar kir ku hêza pêşmerge di nav şerekî gellekî giran de ye û wiha domand:

“Ji bona ku em di vî şerî de biser bikevin, pêwîstiyên me bi çekên giran heye. Em ji welatên dost arîkariyê dixwezin.”

Mistefa ragihand ku artêşa Iraqê di şerê DAIŞê de arîkariya pêşmergeya nake û ewlekariya hezar û 500 kîlometre xeta sînor ser milên wan e.

Wî rayedarê Herêma Kurdistanê anî ziman ku heta niha Hikûmeta Bexdayê mûçeyê pêşmerge û karmendên Herêma Kurdistanê nedaye û got: “Ji ber vê yekê, emê hinartina petrolê ya bazara navneteweyî bidomînin û guh nedin ti kesî jî.”

Felah Mistefa diyar kir ku rewşa ewlehiyê her çi qasî aloz jî be parlamento ser mijara referandoma serxwebûnê dixebite.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button